Li Rihayê 5 girtiyên din jî dest bi grêvê dikin

Li Girtîgeha Rihayê li dijî binpêkirina mafan 5 girtiyên din jî biryar li ser da ku tevlî grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibin, ku girêv 24'ê Heziranê dest pê kiribû.

Girtî Kasim Karataş dema ku bi keça xwe Gulîstan Karataş re bi telefonê axivî, got rêveberiya gritîgehê daxwazên wan bi cih nayîn.

Karataş diyar kir heke daxwazên wan neyên bicihanîn wê kesên ku tevlî girêvê bibin zêdetir bibin.

Li gorî agahiyên ku Karataş dane ji Şemiyê û pê de wê girtiyên bi navê Hîdayet Duger, Hidir Demîrtaş, Erkan Bayram, Mehmet Tahîr Ozcan û Rêber Varhan jî tevlî girêvê bibin.

Beriya niha girtiyên bi navê Ilyas Yeşîlçayir, Ahmet Sabaç, Emrûllah Orûç, Serhat  Bulut û Bahtîyar Aygûn 24'ê Hezîranê girêv dabûne destpêkirin.

Girtî dixwazin ku meseleya avê çareser bibe, tedawiya girtiyan were kirin, bes ser girtiyan tazî bikin û ser wan seh bikin, girtiyên ku cezayên wan qediyane werin berdan, heftiyê du caran bila li koxuşan negerin,  malzemeyên hijyenê bidin wan, saetên hevdîtinê werin sererastkirin, heqê wan ê spor, civat û atolyeyê bidin wan.