Li Rihayê 2 zarok bûn qurbanên malbatên xwe
Li Rihayê 2 zarok bûn qurbanên malbatên xwe
Li Rihayê 2 zarok bûn qurbanên malbatên xwe
Li gundê Kartepe yê navenda Rihayê 2 malbatan bi çekêm pompeyî şer kirin û di şer de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn.
Li gundê Kartepe yê navenda Rihayê malbata Taşkin û Aslaner şer kirin û piştî demekê şerê navbera wan vegeriya şerê bi çekan. Malbatan di şerê bi çekên pombeyî de gule bikar anîn. Di şer de ji malbata Aslaner 5 kes bi guleyan birîndar bûn. Ji malbata Aslaner welatiyê bi navê Nusret ê 19 salî, Vediha a 25 salî, Huseyin ê 17 salî, Fatma û Rabia Aslaner bi girîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên Riha û Akçakaleyê.
Pişti bûyerê Nusret Aslaner û Vediha Aslaner ku bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê leker çûn gund û bi hinceta tev li şer bûne gelek kes binçavkirin. Hat zanîn ku şerê navbera malbata Taşkin û Aslaner ji ber niqaşên nava zarokan pêk hatiye û bi mirinê encam bû.