Li Reqayê ji bo xwedîlêderketina QSD’ê meşek hate lidarxistin

Gelên Reqayê ji bo xwedîlêderketina QSD’ê meşiyan û diyar kirin ku QSD li dijî her cure gef û îxanetê mertalek e.

Şêniyên Reqayê, endamên saziyan, rêxistinên jin, ciwan û sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran li pêş avahiya meclisa giştî ya bajêr kom bûn û alên QSD’ê û wêneyên şehîdên Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ hildan.

Meş ji pêş avahiyê ber bi Çerxerêya Neîm ve dest pê kir. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semîre El Ebid axivî û wiha got: "Ji bo soz û wefadariya bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) em îro bi serbilindî li vir in. Van hêzan ji tevahî cîhanê re lehengiya xwe li dijî rêxistina herî terorê ya li cîhanê îsbat kirin.

Komployên li dijî hêzên me, israr û berxwedana wan li ser pêkanîna nirx û rêgezên xwe zêde dike. Fitneya li Dêrazorê ya bi destên dijmin pêk hatiye bi armanca têkbirina xeta têkoşînê ya QSD’ê bû. Lê em bawer in ku her fitne û komployeke pêk were, wê bi saya mertala neteweyî têk biçin."

Dûre şêxê eşîra El Sebxe, Tirkî El Sewan axivî û wiha got: "Bi navê min û navê şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê em QSD’ê ku li hember hemû xeterî û îxanetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên xurt in, silav dikin."

El Sewan soz da ku ew ê hêzên xwe re bin û wiha pê de çû: "Kesên hewl didin fitneyan derxin û xerabiyê bixin nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê negihêjin armancên xwe.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD’ê’ bi dawî bû.