Li Reqayê hewldanên avakirina meclîsa hevpar

Li Reqayê hewldanên avakirina meclîsa hevpar

Li bajarê Reqayê 2 meclîsên girêdayî komên çekdar ên îslamî û komên çekdar ên laîktiyê diparêzin, komek bi navê Koalîsyona Zarokên Reqayê û Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind a Kurd heye. Lê hewl tê dayîn ku ji hemû koman meclîsek hevpar bê avakirin û di vê çarçoveyê de xebat hatine destpêkirin.  

Piştî bajarê Reqayê piştî ket destê komên girêdayî Artêşa Azad, li bajêr li ser navê sivîlbûnê meclîs hatin avakirin. Lê ev meclîs jî wekî komên çekdar nebûn yek û cuda cuda hatin birêxistinkirin û girêdayî komên çekdar ên xwedî fikrên cuda ne. Li bajêr heta niha du meclîsên bi navê “Meclîsa Herêma Bajêr” hatine avakirin.

Meclîsek girêdayî komên çekdar ên îslamî yek jî girêdayî komên çekdar ên laîktiyê diparêzin.

Li aliyê din li bajêr di bin navê sivîltiyê de komek bi navê “Koalîsyona Zarokên Reqayê” hatiye avakirin. Ev kom jî diyar dike ku karê wan xebatên civakî û rewşengerî ye. Her wiha tê gotin ku ev koalîsyon di navbera herdu meclîsên din de navbeynkariyê dike.

Li gorî agahiyan, hewldan tên kirin ku herdu meclîs, koalîsyon û Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind li ser navê tevahiya bajêr meclîsek hevpar ava bikin. Di vê çarçoveyê de xebat hatine destpêkirin û tê hedefkirin di pêşerojê de meclîsa hevpar bi konferansekê bê avakirin.