Li Reqayê Artêşa Azad û El Nûsra şerê hev dikin
Li Reqayê Artêşa Azad û El Nûsra şerê hev dikin
Li Reqayê Artêşa Azad û El Nûsra şerê hev dikin
Li bajarê Reqayê, ji ber şerê navbera Artêşa Azad û komên çekdar ên El Nûsra de, bi hezaran welatiyan koç kirine.
Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra beriya di destpêka meha Remezanê de di malperên xwe yên înternetê de diyar kiribû ku ewê di roja yekemîn a Cejna Remezanê de li Bakûrê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê dewleta islamî îlan bikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî Artêşa Azad hatine girtin, li ser vê yekê li bajarê Reqayê di navbera Dewleta Îslamî/El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad de şer derket. Hate ragihandin ku pevçûn ev çend rojin li Taxa Bedu (Koçer) dom dikin û ji ber van pevçûnan bi hezaran welatiyên Ereb koçî Bakûrê Kurdistanê kirine.
Li gorî agahiyan zêdetirî 5 hezar kes di Deriyê Sînor ê Girê Spî re derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û nîviya wan ji Reqayê hatine.