Li Rennesê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’
Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Meş li ser banga Meclîsa Gel a Rennesê pêk hat. Saet 17:00’an çalakî ji heta Şaredariya Rennesê meşiyan.
Di axaftinên li pêşiya şaredariyê li ser navê Hevserokatiya Meclîsê hate kirin de, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Çalakvanan anî ziman ku heta Ocalan azad nebe, ne pêkane ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin.