Li Renens û Marsîlyayê Kurdistanî  li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Rennes û Marsîlya yên Fransa Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirk a li Efrînê meşiyan.

Li bajarê Rennes ê Fransayê di bin pêşengtiya Ciwanên Azad de meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî  meşê bûn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Meş saet 16:30’an de dest pê kir û bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin berzkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya jî Kurdistaniyan ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê meşek lidarxist. Meş di bin pêşengtiya NCDK de pêk hat û dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan ji Kurdistanê bicehime’ ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’ , ‘Her her Efrîn, her der berxwedan’ hatin berzkirin. Di meşê de pankarta li ser nivîsa ‘Kujer Erdogan hevkar Ewropa’ , ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu’ hate vekirin û belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li qada Vieux port mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngeê de li ser navê têkiliyên derve ya NCDK’ê Mehmet Kara axivî û wiha got; “Îro ji bo qirkirina Kurdan hemû Ewropa çavê xwe ji Tirkiye û hevkarê wê DAIŞ’ê re girtîne. Dawiya vê bêdengiyê xwe derbasî Ewropa jî bibe û wê demê hûnê baş fam bikin ku em çi dixwazin bibêjin.” Piştre li ser navê NCDK’ê Yakûp Dom jî axaftinek kurt kir.