Li Qoserê ciwanek din hate qetilkirin

Li Qoserê ciwanek din hate qetilkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li gel biryara "qedexeya derkevin kolanan" çalakiyan berdewam kirin û ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) di encama gulebarana ji aliyê wesayîta plakaya wê nediyar ve hate qetilkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê du roj in berdewam dikin û li gel biryara Walîtiya Mêrdînê ya "qedexeya derketina kolanan" çalakiyan berdewam dikin. Di seatên êvarê de bi hezaran welatî di şaneşînên malên xwe de li qoşxaneyan dan û çalakî şermezar kirin. Polîsên li navçeyê di êrîşan de kêm mayîn ji leşkeran alîkarî xwestin.

Li gundê Qûbîkê yê navçeyê jî welatiyên gund rê ji tirafîkê re girtin û wesayîta plaqeya wê nediyar welatî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) jiyana xwe ji dest da.