Li Qoserê 7 zarok hatin destgîrkirin
7 zarokên tevlî pîrozbahiya vekirina buroya hilbijartina xwecihî ya HDP’ê ya Qoserê bûn hatin destgîrkirin.
7 zarokên tevlî pîrozbahiya vekirina buroya hilbijartina xwecihî ya HDP’ê ya Qoserê bûn hatin destgîrkirin.
Li Taxa Berçem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî ku 7 zarok tevlî pîrozbahiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku zarokên ku temenê wan navbera 12-16 salî li Midûryeta Emniyetê tê ragirtin.
Tê texmînkirin ku saetên pêş zarokên ku bi hinceta di pîrozbahiyê de dirûşim qîrkirine, hatine destgîrkirin bibin pêşberî dadeha nobedar.