Li Qilebanê pevçûn!
Li Qilebanê pevçûn!
Li Qilebanê pevçûn!
Hate îdiakirin ku li herêma Kuraçale ya nêzî gundê Roboskiyê ya Qilebanê di navbera HPG'iyên vedikişin û leşkeran de pevçûn qewimî.
Serê sibê ber bi herêma Kuraçale ya girêdayî gundê Roboskiyê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê gelek leşker hatin sewqkirin. Di salên 90'an de herêmê weke baregeha leşkerî dihate bikaranîn û di 3 salên dawî de ji ber pevçûnan hatibû valakirin. Hate îdîakirin ku di navbera HPG'î leşkerên bi wesayîtên kar çûn herêmê û xwestin baregehê ava bikin pevçûn qewimî. Li gorî agahiyên şahidan dayîn 2 helîkopteran herêm bombebaran kir û di encama pevçûnê de gelek leşker birîndar bûn û hate îdîakirin ku çawişekî pispor hatiye kuştin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin girtin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Şirnexê ber bi herêmê ve bi rê ketin.
Li gorî çavkaniyên herêmê li herêmê pevçûnê çareke din dest pê kir.