Li Qersê 10 kes hatin binçavkirin

Li Qersê 10 kes hatin binçavkirin

Di bûyerên li Zanîngeha Kafkas a Qersê de di navbera xwendekarên ulkucu û kurd de pevçûn derket. Di pevçûnê de ji Ocaxên Ulkucuyan ên Erziromê 2 dolmîş endamên ulkucuyan şandin Qersê û pevçûn zêde bû. Di bûyerê de polîsan 6 xwendekarên kurd û bi tevahî 10 xwendekar binçavkirin. 

Li Zanîngeha Kafkas ya Qersê piştî êrîşên ulkucuyan li hemberî xwendekarên kurd zêde bûn alozî jî zêde bûn. Piştî êrîş li kampusa zanîngehê li hemberî xwendekarên kurd pêk hat, bûyerê li nava bajar jî berdewam kir. Hat zanîn ku piştî bûyera li zanîngehê 2 dolmîş endamên ulkucuyan ji Ocaxa Ulkucuyan a Erziromê şandin Qersê û li wir dîsa êrîşî xwendekarên kurd kirin. Piştî bûyerê 6 xwendekarên kurd û 4 ulkucu bi tevahî 10 xwendekar hatin binçavkirin. 

Der barê bûyerê de Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, diyar kir ku 2 rojin li zanîngehê di navbera xwendekarên kurd û ulkucuyan de pevçûn heye û îro dîsa niqaş derketine. Bîrtane anî ziman ku ji bo bûyer û alozî bi dawî bibe bi Walî û Midûrê Polîsan re hevditin pêk anîye û ji bo ku bûyer dernekeve polîsan kolan kirine bin kontrola xwe.