Li Qereyaziyê daxwaza azadiya Ocalan
Li Qereyaziyê daxwaza azadiya Ocalan
Li Qereyaziyê daxwaza azadiya Ocalan
Civînên gel ên BDP’ê yên bi dirûşma „Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad“, li navçeya Erzîrom Qereyaziyê dewam kir. Bi hezaran beşdarên civînê daxwaza azadiya Ocalan li dewletê kirin.
Di civînê de Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Metîn Bîngol, Mûrat Ozgurk, Hevseroka BDP’ê ya bajarê Qersê Nûriye Erkmen, Serokê BDP a Erzîromê Riza Guler, Serokê Navçeya Qereyaziyê Med Salih Altay, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
Civîna gel a li taxa Cûmhûriyetê pêk hat, veguherî mîtîngê.
Serokê rêxistina BDP’ê ya navçeya Qereyaziyê Med Salih Altay destpêkê axivî û diyar kir, ku heta jiyaneke bi rûmet û azad bi dest bixin, têkoşîna wan dê dewam bike. Altay da xuyakirin, ku ev gelê bê nasname û bê statu hatiye hiştin, di encama têkoşîna bi pêşengiya Ocalan de, digihêje nasname û statuya xwe.
Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîtane jî di axaftina xwe de berdêlên giran ên gelê Kurd di rêya azadiyê de dane û diyar kir, ku destnîşan kir, ku bi mîlyonan mirovên Kurd li çiyê û li meydanan nîşan dane ku birêz Ocalan mûxatabê sereke û yekan e ye. Bîrtane got, „Cewhera têkoşîna me ev e. Vê cewherê, dewlet xistiye ser rê. Emê ziman, nasname û rûmeta xwe qezenç bikin. Vekişîna gerîla ne dawiyeke, destpêkeke nû ya azadî û aştiyeke bi rûmet e.”
Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan jî, vekişîna gerîlayên HPG’ê nirxand û weha peyivî; „Gerîla, bi fermana birêz Ocalan re dest bi vekişînê kirin. Ev yek ji dilbûyîna gelê Kurd a ji aştiyê nîşan dide. Ji bo ev pêvajo veguhere aştiye, ev gava hatiye avêtin, gava herî girîng e. Me hertim aştî anîn ziman. Lê dewletê li hemberî vê dijwarî, zext, tinekirin û zilm danî pêşiya me. Mûxatabê yekane yê vê pirsgirêkê birêz Ocalan e. Bi fermana wî re bi hezaran dawî li rojiya mirinê anîn, gerîla dest bi vekişînê kir. Niha ez ji vê derê, vê pirsê li zilmdaran dikim, Gelo mûxatab kî ye? Mûxatab birêz Ocalan e. Meli ber xwe dan, me qezenç kir û emê hînê qezenç bikin. „
Li dû axaftinan, heyeta BDP‘ê ji bo serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê, ji Qereyaziyê derketin.