Li Qelqeliyê li mala ku hate reşandin 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Çamilî ya navçeya Qelqeliyê ya Wanê leşkerên Tirk bi saetan li malekê reşandin. Hate diyarkirin li vê malê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gundê Çamilî ya navçeya Qelqeliyê ya Wanê leşkerên Tirk bi saetan li malekê reşandin. Hate diyarkirin li vê malê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hêzên dewleta Tirk a dagirker êvarî girte ser maleke li gundê Çamilî ya Qelqeliya Wanê. Leşkeran li xaniyê ku 2 kes tê de bûn, bi çekên giran reşandin. Li gor agahiyên bi dest ketin, leşkeran gund dorpêç kiriye û operasyon saet di duyê piştî nîvro de dest pê kiriye û heya çar û nîvê esir dewam kiriye.
Hat hînbûn ku li xaniyê ku hinekî dûrî nava gund bûye 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran jiyana xwe ji dest dan, ji bin kavilan hatin derxistin. Nehat hînbûn ku her 2 kes kî ne û cenazeyên wan birine ku derê.
Gund heya derengê şevê jî dorpêçkirî bû û ketin û derketina gund qedexe bû. Hat destnîşankirin ku leşkeran avêtiye ser maleke li derdorê jî û Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken destgîr kirine û ew birina Qereqola Jendirmeyan a Qelqeliyê.
Parlementerên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyurek, Mahmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev ber bi gund ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran bi hinceta operasyonê nehişt heyet têkeve gund û piştî libêndemayînê heye neçar ma vegere.