Li Qelqeliyê agahî ji 5 gundiyan nayê girtin
Li navçeya Qelqelî ya Wanê piştî barîna berfa zêde agahî ji 5 kesan nayê girtin.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê piştî barîna berfa zêde agahî ji 5 kesan nayê girtin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin li gundê Hacialî yê 10 kîlometre ji navçeya Qelqelî ya Wanê dure 5 gundiyên ku diçûn vexwarinê bigrin ji ber barîna zêde ya berfê agahî ji wan nayê girtin.
Gundiyê bi navê Orhan Aslan, Kamîl Bedîr, Ulku Orguler û 2 gundiyên din ku navê wan nehate zanîn dema vegerê berfek zêd ebariye û agahî ji wan nayê girtin.
Ji bo dîtina gundiyan xebatên lêgerînê destpêkirin û ji ber barîna zêde ya berfê xebat bi zorê tê kirin.