Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê dest pê kirin

Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê dest pê kirin

Komîteya Amadakar a Newrozê ya TEV–DEM'ê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de, dest bi paqijkirina qada Newrozê kir.

Komîteya Amadakar a Newrozê ya Tevgea Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji duh ve dest bi amadekariyên pîrozbahiyên Qamişloyê kirin. Komîteya ku ji duh ve li Qada Şehîd Xebat a li Taxa Hilêliyê ku hersal Newroz lê tê pîrozkirin dest bi paqijiyê kir, îro jî xebatên xwe domand.  

Şaredariya Qamişlo jî wê Qada Şehîd Xebat Dêrik ji bo pîrozbahiyê amade bike. Di vê çarçoveyê de wê kon bên vedan, pêdiviyên Newrozê û wesayitên ku welatiyan veguhêzin qada Newrozê bêne amadekirin.

Di heman çaroveyê de Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM'ê ya Qamişloyê serdana partî, rêxistinên siyasî, civakî, olî û rewşenbîran ên kurd, ereb û xiristyanan kir û ew vexwendin pîrozbahiya Newrozê.

Parastina qada Newrozê jî wê ji aliyê Hêzên Asayişê ya Qamişloyê ve were kirin, herwiha Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê ciwanan peywirdar bike.