Li Qabîlê teqîn: Herî kêm 8 mirî

Li Qabîlê teqîn: Herî kêm 8 mirî

Li paytextê Efxanîstan Qabîlê teqînekî mezin rû da. Hate ragihandin ku, piştî teqînê dengê çekan bilind bûye û herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Teqîn li nêzî Wezareta Parastinê ya Efxanîstanê rû da. Di teqîna ku tê diyarkirin di encama xwekujiya bombeyî de rûdaye, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûn.

Balkêşe ku teqîn piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Chuck Hagel serdana fermî ya Efxanîstanê kir pêkhat.

Berdevkek yê rêxistina ISAF ku li Efxanîstanê nûnertiya leşkerên biyanî yên NATO’yê dike daxuyaniyek da Reutersê û diyarkir ku, li cihê teqîn lê rû dayî Wezîrê Parastinê yê DYE’yê ne li wir bû.