Li Polchê jin li dijî êrîşên DAIŞ’ê xwe rexistin dikin

Li Polchê jin li dijî êrîşên DAIŞ’ê xwe rexistin dikin

Bi armanca piştevaniya jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin li herêma Polch a bajarê Elmanya Koblenzê, nêzî 30 jinên Kurd, Êzidî, Sunnî û Cihû pêk dihatin li navenda Jinan a UTAMARA hatin cem hev.  Di civînê de hat diyarkirin ku ev civîn hinek dereng ketiye lê ev rastiyeke ku êş, qehr û hêrsa dilê jinên li Poslhê xetimandiye.

Di civînê de aktîvîsta UTAMARA’yê Sultan Oger axivî û bal kişand ser geşedanên li Şengal û rewşa niha. Sultan Oger wiha berdewam kir: “Îslam û hemû olên cîhanê di nav de Êzidiyetî jî heye di bin bandora bîrûbaweriya baviksalariyê de ye. Rola jinê di bin serdestiya mêr de tê dîtin û desthilatdariya mêr tê mezinkirin. Ji ber vê jî qirkirina jinan, şîdeta li ser jinê û zayendperestî di bin navê olê de rewa tê dîtin. Îro di bi navê Îslamê de dîroka bindestiya jinê ya 5 hezar salî bi awayên cur bi cur xwe nîşan dide.”

Oger destnîşan kir ku divê jin xwe li dijî bîr û baweriyê rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Divê qirkirinên li Şengal, Başûr û Rojava bi dawî bin.  Ji kîjan bawerî, neteweyî dibe bila bibe divê bi awayekî hevbeş têbikoşin û pêşengiya guherîna dîrokê bikin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ jinên li Neuwîed, Polch û Dîerdofê xwe rêxistin dikin. Her wiha komîsyonek hatavakirin û biryar hat girtin ku bi firotina xwarinan dê pereyê berhev bikin bişînin ji jinên Şengalê re.

Di vê navberê de Meclîsa Jinên Êzidî bi heman armancê daxuyaniyek da û banga xurtkirina têkoşînê li tevahiya gelên Kurdistanê û jinan kir.