‘Li piştî çaresernekirina qetilkirinê tiştên cuda hene’
‘Li piştî çaresernekirina qetilkirinê tiştên cuda hene’
‘Li piştî çaresernekirina qetilkirinê tiştên cuda hene’
Ligel ku di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, 39 hefte derbas bû jî rastiya qetikirinê ji rayagiştî re nehat parvekirin. Jinên kurd yê ev rewş protesto kirin, rengê çalakiya xwe ya li Ewropayê didomînin ya ‘Em edeletê dixwazin’ wek ‘Bêdengiya we ji hevkariya we ye?’ guhert û ji Fransayê li bende daxuyaniyekê ne. Songul Talaya ku xebatkara CENÎ ye û çalakiyan organîze dike got ger Fransa bixweze dikare vê dozê çareser bike û ger neke jî di bin vê de titşên cuda hene û neçare daxayaniyek bide.
Di ser qetikirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de 39 hefte der basbû. Lê Fransa bêdengiya xwe didomîne û ji rayagiştî re tiştek aşkera nake. Ji bo vê ev 39 hefteye ji bo ronîkirina kuştinê çalakî pêk tên. Ji 16’ê çile heta niha li Dusseldorf, Hamburg, Berlîn, Bremen, Hannover, Frankfurt û Parîsê çalakî pêk tên û kurdên her hefte çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk dianîn dirûşmeya xwe guhertin û gotin ‘Bêdengiya wek hevkariya we ye’. Kurd li bende daxuyaniyek têrin û dixwazin demildest komkujiya Parîsê bê ronîkirin û Songul Talay da zanîn ku sebra kurdên ku her hefte tevli çalakiyan dibin nemaye.
TALAY: FRANSA NEÇARE VÊ RASTIYÊ DERXÎNE HOLÊ
Xebatkara CENÎ, Songul Talay bi lêv kir ku armanca wan eve ku cîneyet ronî bibe û divê Fransa berpirsyariya xwe ya dîrokî bîne cih û wiha got: “Fransa ji serî de ye, samîmî tevnagere. Vê jî bi bêdengiyê dike. Her çiqas di destpêkê de Omer Guney girtibe jî, çend daxuyanî dabe jî ev demek dirêje bê denge. Der barê komkujiyê de tu pêşveçûnê ji rayagiştî re aşkera nake.
Agahiya hikûmeta Fransayê ji cînayetê heye. Her sê hevalên me yên hatin qetilkirin, her tim di bin çavderiyê de bûn. Di nava rojê de cînayet wisa pêk tê. Ne mumkune ku agahiya polîsan pê tunebe. Yekser tiliya Fransayê di vê bûyerê de heye an na, em nizanin. Lê em vê jî qebûl nakin; agahiya hikûmetê pê tune an jî nizane. Berpirsyariyeke hikûmeta Fransayê heye. Ji ber dixwaze vê rastiyê derxe holê. Ji ber ku ev komkujî bi Omer Guney nayê sînorkirin. Ya girîng eve ku li pişt vê komkujiyê kî heye. Kîjan hêz heye. Li gorî me ev komkujî wisa ne ji rêzê ye.”
BÊDENGIYA WE JI HEVKARIYA WE YE?
Talay da zanîn ku ji her sê siyasetmedarên kurd her rojên çarşemê çalakiyên ‘em edetê dixwazin’ pêk tînin û got: “Fransa bêdeng ma. Em ketin nava bendewariyan. Gelo Fransa dê çi bike, çawa li bûyerê dinêre. Lê ji me re gotin; em lêpirsîn dikin, emê çareser bikin. Gelê kurd mijulkirin. Di demên dawî de pir bêdeng man. Ev me berbi nêrînên cuda ve dibe. Ji ber vê me rengê çalakiya xwe guhert. Niha em çalakiya xwe bi dirûşmeya ‘Bêdengiya we hevkariya weye’ didomînin. Fransa ger bixwaze dikare çareser bike. Çima çareser nake? Divê hesabê vê bide. Em dê çalakiya xwe heta 9’ê çileyê 2014’an bidomînin.”
Her wiha Talay da zanîn ku çalakiyên çarşemê destpêkê li Almanyayê destpêkirine û her ku çûye li welat û bajaran belav bûye. Talay got ew çalaliyên xwe li ber seferatxaneyên Fransayê dikin û seferatxane dibêjin ku çalakiyên we encamê dide û dê di demek kurt de daxuyaniyan bidin.
KURD VÊ ŞERMÊ DÊ DERXÎNIN HOLÊ
Çalakgerê ku ev 39 hefteye tevli çalakiyan dibe, Mustafa Tuzak bêdengiya Fransayê, girêdayê polîtîkaya bo berjewendiyê wan dibîne û got: “Kurd di dîrokê de her tim rastî neheqî û bê edeletê hatin. Komkujiya Halebê mînaka herî şênbere. 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Ligel ku navê welatên ku gaz dan û navê wan hat aşkerakirin jî tu tiştek nehat kirin. Neaşkerakirina komkujiya Fransayê jî xwe digihîne têkiliyên tirkiye û Fransayê. Ev şerma Fransa û Ewropayê ye. Lê dê kurd vê şermê derxîne holê.
Cennet Yildiz jî got di vê komkujiyê de tiliya gelek hêzan heye û got bi yek kesî ku gule berda bûyer çareser nabe. Yildiz da zanîn ku ew wek kurd dê pêşa vê bûyerê bernedin.