Li pişt mirina bigûman ya Berkan Yeşîl kî hene?
Li pişt mirina bigûman ya Berkan Yeşîl kî hene?
Li pişt mirina bigûman ya Berkan Yeşîl kî hene?
Berkan Yeşîl xwendekarê lîsansa bilind kurê ji rêveberên berê yên ÎHD’ê Xidir Yeşîl ku beriya 3 hefteya jina binavê R.Y nas dike û 5’ê Tîrmeha 2013’an li kuweta mala wê ya li Şîşlî Fulyayê mirî hate dîtin. Li rexmî ku nasnameya Berkan li ser jî bû polîsên li Amîrtiya Emniyeta Bomontî ya Şîşliyê peywirdarin, çawa ku sê rojan agahî nedan malbatê jî herwiha ji bilî mirinê beyana diziyê jî hebû polîsan gûmanbar serbest berdan. Bav Xidir Yeşil li ser bûyerê ji ANF’ê re axivî û aşkera kir ku, ew dê di derbarê polîsên peywira xwe îhmal kirine de giliyê sûc bike û got, “Ez difikirim ku ev cînayete û biorganîze hatiye kirin.
Berkan Yeşîl 26 salî bû û xwendekarekî serketî bû. Li Kanadayê sala 5 li The University Of Manitoba Molekul Biyolojî û beşa Genetîkê de pileya şerefê stand û piştî mezûn bû, vegerî gel malbata xwe Stenbolê û li Fakulteya Tibê ya Çapa dest bi stajê kiribû. Yeşîl ku bi xeyala bibe zanyar serî li zanîngeha Pompeu Fabra ya li Barcelonayê dabû û bi keyfxweşiya hatiye qebûlkirin xwe amade dikir ku 24’ê Tîrmehê biçe Barcelonayê.
Yeşîl herî dawî 4’ê Tîrmeha 2013’an ji bo qeyda lîsansa bilind raporekî tenduristî ya berfireh, piştî karûbarên xwe yên li Nexweşxaneya SSK ya li Okmeydaniyê bi jina binavê R.Y li Taksîmê hev dibînin û piştî wê careke din agahî jê nehat girtin.
POLÎSAN JI MIN RE GOT TIŞTEK NEBÊJE
Bav Xidir Yeşîl destnîşan kir ku, kurê wî Berkan tu caran ew bê agahî nehiştine, çi dibe bila bibe telefon vedikir û bûyerên piştî wê rûdane wiha rave kir: “Sê rojan telefona wî girtîbû. Çi qereqol neman min serî lê neda. Dema ku ez li hevalê wî geriyam û got, herî dawî li Taksîmê bi jinek ya binavê R.Y hevdîtine û piştî wê agahî jê nehatiye girt, fikarên min çêbûn. Çi qereqol neman min serî lê nedayî. Roja 7’ê Tîrmehê roja Yekşemê di demjimêr 17:23’an de peyamek ji telefona min re hat û got, li reqema 0212 bigere. Ez jî li kesê peyam şandî geriyam. Dema ku min zanî yê telefon vekirî R.Y min pirsa Berkan kir. Ji min re got, ji bo ez agahî bidim te li te geriya me, jimara min bi twîtek ya ji kurê min yê li Almanyayê dijî re şandî fêrbûye û got pêwîste tu biçi Amîrtiya Emniyeta Bomontî ya Şîşliyê. Dema ku min pirs kir çi çêbûye, ji min re got ‘Polîs gotiye tiştek nebêje’ û telefon girt.
QEREQOLÊ GOT, TU QEYDÊN BI VÎ NAVÎ TUNE NE
Wê gavê ez û hevjîna xwe çûn amîrtiya Emniyeta Bomontiyê. Dema ku min got, ez bavê Berkanim û min ji bo kurê xwe serlêdan kiriye, polîs ji min re got kesekî bivî navî li vir tuneye. Li ser îsrara min û hevjîna min polîs ji cihekê re telefon vekir, got kurê te şandine Saziya Tiba Edlî ya Bosnayê û tiştek wî tuneye. Ji ber ku min sazî Tiba Edlî tê çi wateyê, dema ku min jêre got tu kes ji bo muaneyê naçe wir, polîs bi gotinekî rihet ‘Tiştek nîne na tiştek nîne’ dubare kir. Em li wesayîtê siwarbûn çûne saziya Tiba Edlî. Memûrekê li wir berê me da morgê. Wê demê min fêmkir ku gotina polîs ya ‘tiştek nîne’ tê çi wateyê. Li morgê termekî betenî li ser derxistin. Dema ku betenî rakirin Berkan li beramberî min bû.
LEZÛBEZ OTOPSÎ
Ji em re gotin ‘hûn dikarin bibin’. Bêje otopsiya wî kirine û çûne jî. Ez di cih de li parêzerê xwe geriyam. Min rewş vegot û jêre got ku otopsiya wî hatiye kirin jî, ez vê rewşê qebûl nakim. Bêy ku agahiyekê bidin me bilezûbez ev tişt kirin, gûmanên min çêkirin. Me cenaze bir Cemxaneya Ataşehîrê piştî rojekê me 8’ê Tîrmehê defin kir.”
Di ewraqa ku serokatiya Daîreya Îhtîsasa Morgê ya saziya Tiba Edlî dayî, nivîsîbû Berkan 05.07.2013 yanî beriya du rojan li mala xwe mirî hatiye dîtin. Lê belê Berkan di mala xwe de nemiriye, li mala R.Y ya li Taxa Şîşlî Fulya 05.07.2013’an mirî hatibû dîtin. Heman rojê R.Y di îfadeyên dayîn Amîrtiya Emniyeta Bomîntiyê pişt rast dike ku wê dîrokê li mala wê miriye. R.Y ku 3 heftiyan Berkan naskirî di îfadeyên xwe de dibêje, bi Berkan re li Taksîmê hevdibînin, weke din jî li wir kesekê binavê C.A yê ji Enqereyê hatî nas dike, her wiha bi wî kesî re diçe malê û dibêje Berkan jî li Taksîmê hiştiye. R.Y diyarkir ku, piştî 40 deqîqeyan Berkan lêgeriyaye û navnîşana malê jê pirsiye û aşkera kir ku, bi zilamên binavê S.t û U.K ku qet nedîtî tên malê. R.Y diyar dike ku, piştî sohbetekî komî ew bi kesê binavê C.A diçin qada jor ya dubleksê, Berkan jî bi du kesên din li qada jêr dimînin. R.Y daye zanîn ku, dema ku sibehê bi C.A şiyar dibin û tên xwarê, Berkan biawayekî tazî tenê cilên binî li ber di kuwetê de mirî dîtine, ew herdu kesên jî li malê nebûn, her wiha R.Y bilêv kir ku, telefona beriyê ya Berkan û ya wê winda bûne, cuzdana Berkan li wir bû, lê belê vala bû û di îfadeyên dayî polîsan jî dabû diyarkirin.
POLÎSAN HEM AGAHIYA MIRÎ NEDA HEM JÎ GÛMANBAR SERBEST BERDAN
Polîsên ku mirina Berkan agahî neda malbatê, kesên binavê S.T û U.K ên ku jina binavê R.Y navê wan dabû piştî du rojan ango 7’ê Tîrmehê binavkiribûn, piştî 2 demjimêran îfadeyên wan serbest berdabûn, ev rewşekî balkêş bû. Têkildarî bûyerê xalên tarî netenê evin. Piştî ku birayê Berkan ji bo cenaze ji Almanyayê hate Tirkiyeyê, R.Y bi rêya telefonê dît xwest pêre hevdîtinê bike. Birayê Berkan diyarkir ku, R.Y jêre gotiye ew dê bi polîsan re were hevdîtinê, “Lêbelê dema ku me li Kadikoyê hevdu dît tenê jinek li gel bû. Dema ku di axivî ji devê wê derket û got, ew wan polîsên ku cenaze ji malê birine jî nas dike.” Birayê Berkan destnîşan kir ku, Berkan roja 5’ê Tîrmehê berbanga sibehê di demjimêr 03:54’an de hewildaye peyamekê bişîne “ji ber ku Whatsapp bikar di anî, ji aliyê kesên wî dişopînin ve hatiye dîtin, lê belê ji ber ku telefona wî girtîbû me tesbît nekir ka ji kêre şandiye.” Piştî vê hevdîtinê Bav Xidir Yeşîl ji girtekên Edlî navnîşana R.Y tesbît kiriye, dema ku ji bo biçe li mala R.Y ku kurê wî li wir mirî hatibû dîtin, tu kes li mal nebû, ji esnafên derdor pirsiye û jêre gotine, kamyonek aniye vir û bilezûbez ji vir barkiriye.
Bav Yeşîl destnîşankir ku, ew dê di derbarê polîsên li Amîrtiya Emniyeta Bomontiyê peywirdarin û di bûyerê îhmala wan heye, her wiha rayedaran de giliyê sûc bike û got: “Li rexmî ku nasnameya kurê min li gel bû çawa ku 3 rojan agahî nedane, li holê ji bilî mirinê rexmî beyana diziyê jî heye, hemû kesên li malê di lêpirsînê re derbazkirine û serbest berdane. Ez bawer dikim ku, ev cînayeteke û organîzekiriye.”