Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Pîranşarê ji ber nebûna ceyranê 6 rojin gelê bajêr bê av û ceyran dijîn. Gelê bajêr ji bo pêwîstiyên xwe yên asayî diçin ji gund û derdorê gundan avê peyda dikin.
Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Pîranşarê ji ber barîna berfê ev 6 roj in ceyran qut bûye û ji bo vê jî gel nêzî heftiyekê ye bê ceyran û av dijî. Rûniştvanên bajêr ji bo pêwîstiyên xwe yên asayî diçin ji kaniyên xwezayî û derdorê gundan avê peyda dikin.
Ji ber barîna berfa zêde ew bîrên avê yên têne peyda kirin jî cemidîne û gel nikare avê jê derxe. Rejîma Îslamî ya Îranê jî haya xwe ji pirsgirêka ceyran û avê ya gelê Pîranşarê nayne. Ev helwesta bêxem ya Îranê dibe sedem ku rûniştvanên Pîranşarê û ji ber bê xemiya berpirsyarên dewleta Îranê di nava zor û zehmetiyên ciddî de ne.