Li pêşiya Parlemetoya Swêdê ji bo Ocalan çalakî

Kurdisaniyên bi daxwaza agahiyek têkildarî rewş û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigrin duh li pêşiya Sefaretxaneya Tirk xwepêşandanek lidar xistibûn, îro li pêşiya Parlemetoya Swêdê çalakiyek lidar xistin.

Çalakvanên ku saet derdorî 16:00’an, li pêşiya parlemetoyê kom bûn, di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û PKK’ê bilind kirin. Xwepêşandanên ji bo rewşa agahdarkirinê belavokên agahdarkirinên li kesên derdor belav dikirin, dirûşmên “Ocalan Gel e, Gel li Vir e”, “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “ Destê Xwe Yên Bi Xwîn Ji Ocalan Bikişînin” û “Cîhanek Bê Ocalan Em ê Di Serê We De Hilweşînin” qîr kirin.

Di axaftinên li ser navê NCKD û Meclîsa Jinên Kurd a Amara hate kirin, hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de dîl hatiye girtin, ev 2 salên dawî hemû têkiliyên wî yên bi cîhanê re hatiye qûtkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Ocalan yekîtiya gelên Rojhilata Navîn temsîl dike û temînata aştiya herêmê ye. Bang hate kirin divê civaka navneteweyî û Swêdê ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.

Di dema domandina çalakiyê de 3 kes li ser navê çalakvanan weke heyetek, bi rayedarên parlemetoyê re hevdîtin kirin û têkildarî tecrîda li dijî Ocalan agahî û belgeyek pêşkêş kirin. Heyetê daxwaz kir ku divê parlementoy li dijî hikûmeta Tirk a tecrîdê li ser Ocalan giran dike helwestek zelal raber bike.

Kurdistanan çalakiya xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan Re Azadî” û banga heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin ve bi dawî bû.