Li pêşiya Parlamentoya Swêd AKP û dewleta Tirk hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdistanê û yên çeteyên nîjadperest û faşîst li hemberî HDP’ê bi girseyî li pêşiya Parlamentoya Swêdê û Wezareta Derve ya Swêdê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdistanê û yên çeteyên nîjadperest û faşîst li hemberî HDP’ê bi girseyî li pêşiya Parlamentoya Swêdê û Wezareta Derve ya Swêdê hatin protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan xwestin ku ev êrîş bi dawî bibin.

Saet 14.00’an li pêşiya Parlamentoya Swêdê Qada Mynttorgetê piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan li ser navê Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk û Meclîsa Jinên Kurd a Amara daxuyanî hatin xwendin.

Bi sedan Kurdistanî bi pankartên “Bijî berxwedana Cizîrê” û “Qatil Erdogan” meşiyan ber deriyê mezin ê parlamentoyê. Li vir piştî çalakiya rûniştinê, Kurdistaniyan ji rayedarên parlamentoyê hevdîtin xwestin. Piştî ku dosyaya daneyên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên faşîst dan rayedaran, hatin Wezareta Karên Derve.

Piştî ku ji çalakvanan 4 kes bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin pêk anîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” çalakiya xwe bi dawî kirin. Dema çalakiyê tedbîrên berfireh ên polîsên Swêdê li hemberî provokasyonên nîjadperest girtibûn bal kişand.

...