Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî greva birçîbûnê hate destpêkirin

Parlementer û hevşaredar ji ber êrîşên li ser dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Parlementerê berê yê HDP’ê û Berdevkê HDK-Ewrûpayê Demir Çelik, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız, parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret, Hevşaredarê Depê Burha Kocaman, Hevşaredarê Sirûcê Orhan Şansal, Hevşaredara Sûrê Fatma Şık Barut, Serokê Şaredariya Harıngey a Londrayê Aligül Özbek, fûtbolvan Deniz Naki, rojnameger Filiz Koçali li pêşiya avahiya NY ya li Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞ DIKE’

Li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê Faysal Sarılyıldız daxuyaniya hevpar da. Sarıyıldız bang li Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Konseya Ewlekariyê kir û diyar kir ku piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê bi sed hezaran kesan berê xwe dan Efrînê û got, “Ji 20’ê Çileya 2018’an û vir ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê dikin. Li vê derê bi sed hezara kesên sivîl di bin bomberdûmaneke giran de ne.”

‘LI GORÎ ZAGONÊN NY SÛCÊ ŞER E’

Sarıyıldız axaftina xwe wisa domand, “Li gorî daxuyaniyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Efînê û nexweşxaneya Efrînê cî û warên sivîlan bi balefir, tank û topan tê bomberdûmankirin û bi sedan sivîl ji ber êrîşan hatine qetilkirin û birîndar bûne. Herî dawîn Tirkiyeyê nexweşxaneya sivîlan bomberdûman kiriye. Li gorî zagonên NY ev sûcê şer e. Li Efrînê xeta ava vexwarinê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê hatine bomberdûmankirin. Ev jî li gorî zagonên NY sûcê şer e.”

‘BERPIRS NY A BÊDENG E’

Sarıyıldız diyar kir ku dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya NY tevnegere û got, “Li Efrînê DAÎŞ tune lê Tirkiye dibêje li wê derê em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê bi sed hezaran gelên Efrînê ji cî û warên xwe koç kirine. Çeteyên OSOyê ketine Efrînê û navenda bajêr, mal û dikanan talan dikin. Ew ê li Sûriyeyê DAÎŞ û El Kaîde ji nû ve zindî bibe, berpirsa vî tiştî jî NY ye, ya ku li hemberî êrîşan bêdeng dimîne.”

‘NY Û YE BÊDENG MAN’

Sarıyıldız axaftina xwe wisa domand, “Di vê pêvajoyê de NY û YE a ku li hemberî vê qirkirin û hovîtiyê bêdeng man ew ê di wijdanê mirovayetiyê de werin mehkûmkirin. Biryara agirbestê ya NY li Sûriyeyê nayê pêkanîn û NY li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne.”

DAXWAZ

Sarılyıldız daxwazên xwe yên li ser Efrînê wisa rêz kir,

“* Divê qada hewayî ya Efrînê were girtin

*Divê NY hêzeke çavdêriyê bişîne Efrînê.

*Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gelê Efrînê divê rêxistina Xaça Sor têkeve dewrê.

*Ji bo gelê Efrînê karibe vegere warê xwe divê derfet werin avakirin.

*Ji bo guherandina demografiya li Efrînê pêk neyê divê kesên ne ji Efrînê ne, divê li Efrînê neyên bicihkirin.

*Ji bo şerê ku 2 meh in didome,  lêkolînên sûcên şer divê di bin banê NY de komîsyonek were avakirin.”