Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlementeran hate kirin

Polîsan dema ji bo ku Mehmet Laçîn bînin pêşiya Navendî Giştî ya HDP’ê kolan vedikirin, parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşan dan û gotin “Divê hûn kujerê Denîz Poyraz neynin vir” û nerazîbûn nîşan dan. Polîsan êrişî parlementeran kir.

Kesê bi navê Mehmet Laçîn bi îddîaya ku zarokê wî birine çiyayan bi piştgiriya desthilatdariya AKP û MHP’ê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Îzmîrê nobet digirt. Ji bo ku vî kesî bînin pêşiya avahiya Navendî Giştî ya HDP’ê ew anîn Enqereyê. Duh li pêşiya Meclîs û Dadgeha Makeqanûnê daxuyanî bi wî dan xwendin û xwestin di destê sibehê de jî wî bînin pêşiya avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê. 

Di destê sibehê de kolana ku navenda giştî ya HDP’ê lê heye, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Beriya deklarasyona ku wê HDP di 27’ê Îlonê de eşkere bike, bi sedema civîna bi parlementeran siyasetmedarên HDP’yî jî hatin navenda giştî ya HDP’ê.

Polîsan xwestin ji bo Laçîn wesayîtên li kolanê were rakirin û parlementer jî têkevin hundir.

Parlementeran nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û gotin “Nabe ku hûn kujerê Denîz Poyraz bînin vir. Dema ku Denîz Poyraz hate kuştin, ev jî notirvan bû. Polîs wî diparêzin.”

Li avahiya HDP’ê pankarta Denîz Poyraz hate daliqandin.

Di vê kêlîkê de polîsan êrişî parlementeran kir.

Di bin parêzvaniya polîsan de kesê bi navê Mehmet Laçîn jî daxuyanî da.

Parlementerên HDP’ê jî bi sloganên ‘Kujer biteqize’ û ‘Denîz Poyraz nemir e’ vê rewşê protesto dikin.