Li pêşiya meclîsê got 'ez birçî me' û hewl da xwe bişewitîne

Kesek çû ber Meclîsê, got "ez birçî me" û hewl da bi benzînê xwe bişewitîne.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber polîtîkayên xwe welêt ji aliyê aborî ve têk dibe. Hejmara mirovên ji ber xizaniyê întixar dikin zêde dibe.

Kesek serê sibehê li pêşiya deriyê Çankayayê yê Meclîsê got, "ez birçî me" û hewl da xwe bişewitîne.

Kesê ku navê wî nehate hînbûn hewl da bi benzînê xwe bişewitîne.

Parlamenterê HCP'ê Alî Mahîr Başarir got, polîs ji bo bûyer neyê bihîstin ew kes bi lez û bez ji herêmê dûr xist û nehişt wêne bê kişandin.