Li Pervomayskiyê banga xwedîderketinê ya li Rojava û Şengalê
Kurdistaniyên ku li Pervomayskiyê dijîn komkujiya dewleta Tirk a li Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku li Pervomayskiyê dijîn komkujiya dewleta Tirk a li Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Li Tambov a Federasyona Rûsyayê, li ser navê Kurdistaniyên li Pervomasyskiyê Melcîsa Gel bi daxuyaniyekê êrîşÊn dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hemû endamên meclîsê hazir bûn, hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo ku Kurd li herêmê nebin xwedî hêz van komkujiyan dike û hate xwestin ku her kes li Şengalê û Rojava xwedî derbikeve.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsê Nebî Evdilselamov axivî û got: ‘’Em civakeke wiha ne ku piştî komkujiyên Zîlan, Dersim, Helepçe, Endalê li ser piyan mane û bi têkoşînê ber bi serfiraziyê ve diçin. Faşîzma AKP’ê wê têk biçe û Kurdê Azad wê bi ser bikeve.’’
Piştî axaftinan Kurdan dirûşma ‘’Bimre îxanet, bijî berxwedan berz kirin.