Li pênc bajarên Elmanya ji bo Kobanê banga çalakiyan

Li pênc bajarên Elmanya ji bo Kobanê banga çalakiyan

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya (NAV-DEM) plansaziya çalakiyên li pênc bajaran bên lidarxistin aşkera kir û banga tevlîbûna di asta herî jor de kir.

Kurdên li Ewropa hefteyeke di nava çalakiyan de ne. Hema bêje li hemû bajaran çalakî hene. Li parzemînên Amerîka, Asya û Avustralyayê jî Kurd ji bo Kobanê di nava çalakiyan de ne.

Piştî hefteyek tijî çalakiyên greva birçîbûnê û meşan derbas bû, li Elmanya Kurd careke din daketin qadan.

Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de hat diyarkirin li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ berxwedanek bi lehengî tê meşandin û wiha hat gotin:

“Çeteyên DAIŞ di serî de ji Tirkiyeyê alîkariya ji beşên cuda digirin û di encama bêdengiya hêzên navneteweyî de komkujî û hovîtiyên xwe zêde kirin. Di serî de li Rojava piştre li Şengal û niha jî li Kobanê heman komkujî û hovitiya xwe dewam dikin.”
NAV-DEM got: “Kobanê rûmeta hemû Kurd û mirovahiyê ye” û diyar kir ku êdî kî wê çi bike îro roja pêwîst e bike. NAV-DEM da xuyakirin ku bê ku sibe bibe direng, hemû tiştên piştî çêbûna bûyerên nebaş bê wate ne û got ku hemû kesên ji xwe re dibêjin em welatparêz in, şoreşger in, demokrat in divê xwedî li Kobanê derkevin.

NAV-DEM diyar kir kesên ku îro xwedî li berxwedana gelê Kobanê, YPG û YPJ’ê ya li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ dernekevin, tişta sibe bikin jî wê bê wate be û di serî de gelê Kurd bang li her kesî hat kirin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û di asta herî jor de tevlî çalakiyan bibin.

NAV-DEM ji bo çalakiyên di rojên pêş de li Elmanya pêk bîne banga tevlîbûna di asta herî jor de kir:

KOLN

Di 5-10’ê Cotmehê de konê nobetê

Cih: Li ber Dêra Dom

DUSSELDORF

Di 6’ê Cotmehê de li ber Sefaretxaneya DYA’ê çalakiya rûniştinê

Saet 10.00-12.00

HILDESHEIM

7’ê Cotmehê meş û miting
Li ber istasyona Navendî saet 17.00’an destpê dike

BONN

Di 8’ê Cotmehê de standa agahî dayînê
Li Frîedenplatzê saet navbera 13.00-17.00’an wê bê lidarxistin.

STUTTGART

9’ê Cotmehê meşa meşaleyî tê lidarxistin.
Li ber Navendê saet 19.00’an destpê dike.