Li pênc bajaran 6 depo, 2 qemyon û 3 wesayit hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku ji 30'ê Tebaxê heta 1'ê Îlonê li pênc bajaran 6 depo, 2 qemyon û sê wesayitên şexsî şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Kocaelî, Îzmîr, Bûrsa, Balikesîr û Çorlûyê gelek milkên AKP'iyan hatine şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê, di 30'ê Tebaxê de li navçeya Gebze ya Kocaeliyê 6 depoyên ku parçeyên wesayitan difirotin, her wiha qemyoneke mezin a heman depoyan hatin şewitandin.

Di 30'ê Tebaxê de her wiha li Îzmîrê wesayiteke AKP'iyan, li Înegol a Bûrsayê qemyonek, li Edremît a Balikesîrê jî wesayitek hatin şewitandin.

Di 1'ê Îlonê de jî li Çorlûyê wesayiteke luks a endamekî AKP'ê hate şewitandin.