Li PE’yê Konferansa Kurdên Feylî
Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa Kurdên Feylî dest pê kir.Di konferansê de hate xwestin ku Kurdên Feylî werin naskirin û HDP’yî serbest werin berdan.
Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa Kurdên Feylî dest pê kir.Di konferansê de hate xwestin ku Kurdên Feylî werin naskirin û HDP’yî serbest werin berdan.
Li paytexta Belçîka Brûkselê, li Parlamentoya Ewropayê (PE) Konferansa 2. a Kurdên Feylî pêk hate. Di konferansê de ji Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropa gelek kes hazir bûn û kêşeyên Kurdên Feylî hate nîqaşkirin. Di konferansê de hate xwestin ku Yekîtiya Ewropa û saziyên navnetewî ji bo statûya wan were nasîn hewl bidin.
Di konferansê de endamên PE’yê Josef Weîdenholzer û Julîe Ward axivîn û gotin, ‘’Divê li Rojhilata Navîn Kurdên Feylî bibin xwedî statû’’
‘ÇANDA WAN HATIYE TINEKIRIN’
Ji Zanîngeha Viyanayê Dr. Thomas Schmîdînger di konferansê de axivî û bal kişande ser dîroka Kurdên Feylî û tişta ku jiyaane. Schmîdînge axaftina xwe wiha domand: ‘’Cihên ku Kurdên Feylî lê dijîn komkujî lê hatine kirin, bi nemanê re hevrû bûne. Seddam Huseyîn komkujiya herî hov pêk aniye. Zimanê wan tine û baweriya wan jî di bin zext û zordariyê de ye. Lê mixabin îro têkildarî wan jêdereke nivîskî nîn e. Banga min li vir ev e; têkildarî Kurdên Feylî divê zêdetir bi Ingilizî û zimanên rojavayî materyal werin nivîsin.
‘DIVÊ QIRKIRIN WERE NASÎN’
Seroka Prosesê Ala Jawad Hamed Al-Saedî jî komkujiya Iraqê ya bi ser Kurdên Feylî de bi bîr xist û got, ‘’Li ser Kurdên Feylî komkujî hatine kirin. Di vê qirkirinê de bi hezaran Kurdên Feylî hatine kuştin. Parlamentoya Navnetewî divê vê qirkirinê nas bike.’’
JI BO HDP’YIYAN BANGA HEWLDANÊ
Li hêla dî pêkhateyên konferansê ji bo hevserok û wekîlên HDP’ê serbest werin berdan, xwestin ku PE hewl bide.