BI DÎMEN

Li paytexta Fransa Parîsê meşa ji 'dîktatoriyê re NA'

Platforma Na ya Fransa û hevparên wê li Parîsê meşa ji 'dîktatoriyê re NA' lidar xistin û bi hezaran kes tevlî meşê bûn û dengê 'NA' qîrkirin.

Bi hezaran kes di saet 15:00'an de li qada Bastîlle hatin gel hev, bi hezaran kes dowîz û pankartên bi zimanê cuyda yên 'NA' û 'ji faşîzm û dîktatoriyê re NA' nivîsandibûn rakirin.

Di meşê de pankartên Platforma NA a Jinan a Fransa û dowîzên ku 'Jin dibêjin NA' rakirin.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên 'Dîktator Erdogan', 'Bijî yekitiya gelan' hatin berzkirin û welatiyên derdor yên Fransayê ji dowîzên ku bi Fransî li ser ‘NA’ nivîsandî rakirin û piştgirî dan meşê.

Meşa ku ji qada Bastîlle destpêkirî li qada Rêpûblîqûe yê ve gûherî mîtîngê.

Di mîtîngê de Hevberdevka HDK-Ewropa Esra Demir axivî û wiha got:"Rejîma yek kesî dispêre me. Di vê sistemê de rêvebirina qanûnan û darazê ji aliyê yek kesî ve wê were birêvebirin. Pêwîste em ji vê sîstemê re bêjin ‘NA’.

Ji 7'ê Hezîranê ve zilm li ser gelê me tê kirin. Lêpirsîna hesaban ji rojan ev roje. Ev qetlîamên he bi destê DAIŞ'ê kirin. Bi van qetlîaman re nêrînên yek kesî dispêre gelê me. Pêwîste em di vê rewşê de bêjin ‘NA’. Gotina ‘NA’ sembola bertekên me yên li dijî vê rejîmê ye. Em ji dîktatoriya wan re dibêjin 'No Pasaran', 'Non', 'NA' . Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî van rastiyan tevbigerin."

Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol di destpêka axaftina xwe te berxwedana girtiyên li girtîgehan di gireva birçîbûnê de silav kir û wiha got: "Bi hemû gelan re wê bersiva pêwîst ji dîktatoriya qesrê re di 16'ê Nîsanê de were dayîn. Kurd bi ruhê Kawayê Hesinkar çawe li dijî Esat Oktay Yildiran li berxwedane û bi berxwedaniya rêveberiyên xweser dane nîşandan û herî dawî di vê Newroza dawî de berdewama vê berxwedanê dane nîşandan. Ji bo ku carek din li xaka Kurdistan û Anadolûyê ev faşîzim neyê avakirin, hemû kes pêwîste bêje ‘NA’.

Berdevka Komîsyona Jinan FUAF Gulay Ûlûtaş jî axivî û wiha got: "Em ji rêvebirina Tirkiyeyê ya ji aliyê qesrê ve, dibêjin ‘NA’. Di referandûmê de ya tê gûhertin ne destûra bingehîn e, gûhertina sîstemekê ye. Bi rêvebirina welatekî ji aliyê yek kesî ve ye. Em ji bo hemû baweriyan, demokrasî û azadiya hemû gelan di sîstemekê ku wekhev de bijîn dibêjin ‘NA’."

Mîtîng bi govend girtina li ber stranar re û dirûşmeyên 'Li dijî faşîzmê mil bi mil' bi dawî bû