Li Patnosê cerdevanekî 2 kes kuşt û 2 kes jî bi giranî birîndar kir

Li Patnosa Agiriyê Metîn Tûnç ê ku cerdevan, Bîrsel Tûnç a ku pê re zewicîbû û birayê wê kuşt, 2 jin jî bi giranî birîndar kir.

Cerdevanê bi navê Metîn Tûnç (27) li Taxa Camî ya navçeya Panos a Agiriyê bi çekê êrişî mala hevjîna xwe Bîrsel Tûnç (24) kir.  

Li gorî agahiyan; Metîn Tûnç bi awayekî sîstematîk tundî li hevjîna xwe Bîrsel Tûnç dikir û Tûnç jî mal terikand û çû cem malbata xwe. Cerdevan Tûnç, bi hinceta axaftinê çû baxçeyê mala malbata hevjîna xwe û hewl da malbatê qetil bike. 

Cerdevan Tûnç, bi çekê êrişî malbatê kir. Di encama êrişê de hevjîna xwe Bîrsel Tûnç, birayê wê Fecrî Tûnç û dayika wê Hatûn Tunç bi giranî birîndar kir. 

Piştî îxbarê komên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Di kontrola komên tenduristiyê de eşkere bû ku Fecrî Tûnç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Bîrsel Tunç a bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cerdevanê kujer piştî komkujiyê reviya û hêj nehatiye girtin.