Duh li Parlementoya Swêdê pêkûtî, êrîş û binpêkirinên mafê mirovan yên li ser rêberên karkeran, sosyalîst, Belûcî û Kurdan yên li Îranê hatin dest girtin.
Pêşniyarpirsa ku Parlementerê Çep Amîneh Kakabeveh pirsî û Wezîrê Derve Carl Bildt bersiv da, balkişande ser ku beriya hilbijartinên Serok Dewletiyê ku dê Hezîrana vê salê de çêbibin, dibe ku pêkûtiyên li ser komên muxalif yên Îranê zêde bibin. Bildt destnîşankir ku, çapemenî û internet di bin sansûrekî mezin daye, Bildt anî ziman ku sala borî Swêd û DYA’yê di Neteweyên Yekbûyî de ji bo ambargoyên nû bêxin ser Îranê pêşengtî kiriye û îdîakir ku, ambargoyê rejima Îranê tengav kiriye.
Piştî Bildt, Kakabaveh mafê axaftinê girt û da diyarkirin ku piştî ku DYA’yê mutefîkê xwe rejima Şah winda kir ji ber sedemên stratejîk ji salên 1980’an ve ambargo daniye ser Îranê lê belê vê yekê bandorek li ser Melayên ku welat rêve dibin nake, tenê zirarê didin gel û her wiha destnîşan kir ku, Melayên li welat berpirsyartiya feqîriyê dixin storyê DYA û hêzên derve.
Kakabaveh di axaftina xwe de bi mînakên zelal pêkûtiyên li ser rojnamevan, nivîskar, sosyalîst, rêberên karkeran û Kurdan anî ziman ku zêde bûne, her wiha axaftina xwe piranî li ser pêkûtiyên li dijî rêberên karkeran û Kurdan vegot. Kakabaveh da zanîn ku, rejima Îranê ji bo astengkirina tekoşîna çîn û Kurdan darvekirinê weke amêrekê bikartîne û got; “Du Kurdên bi navê Zanyar û Lokman Mûradî ku di bin 25 saliyê de ne, ji ber ku Kurdin hatin girtin û hem fîzîkî hem jî psîkolojîk hatin îşkencekirin. Niha jî dê weke ‘dijminên xwedê’ bêne darvekirin. Pêwîste li hemberî vê bêdeng nebin.”
Piştî ku Kakabaveh bibîrxist ku, rêberên karkeran Reza Şahabî, Afşîn Osanloo, Benham Îbrahîmzadeh, Mihamed Carehî, Pedram Nasrûlahî û Şahrox Zemanî li girtîgehê tên girtin û cezayên giran dane hinek ji wana, Kakabaveh anî ziman ku, ji rêberên sendîkayan Reza Şahabî ev du sale li girtîgehê tê girtin û li rexmî nexweşe jî nayê dermankirin. Kakabaveh bertek nîşanî gotina Wezîrê Derve Carl Bildt ya em piştgiriyê didin muxalefeta Îranê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ez pê keyfxweşim ku Carl Bildt di mijara binpêkirina mafê mirovan yên li Îranê de heman tiştên ku ez dihizirim dibêje, lê belê ji vê encamên xelet derdixîne. Hikumeta Swêdê û welatên Rojavayî Tevgera Kesk ku serokê wê Mîr Huseyîn Musawî ye piştgiriyê didinê. Musawiyê ku di salên 90’an de Serokwezîrtî kir, ew jî hevparê sûcên Melayane. Destê wî dixwîna şoreşger, sosyalîst û Kurdan de ye.”
Piştre Carl Bildt mafê axaftinê girt û da zanîn ku, ew dê vê mijarê li Yeketiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bîne rojevê û her wiha dê civîna li gel Wezîrê Derve yê Îranê bigirin dest.