Li Parlementoya Ewropayê dê Pêvajoya Îmraliyê dê bê gotûbêjkirin
Li Parlementoya Ewropayê dê Pêvajoya Îmraliyê dê bê gotûbêjkirin
Li Parlementoya Ewropayê dê Pêvajoya Îmraliyê dê bê gotûbêjkirin
Di rûniştina Parlementoya Ewropayê (PE) ku dê ya 6-7’ê sibatê de, dê rêzeçalakiyên derbarê Diyalogên Tirkiye û Kurdan de bên lidarxistin. Şandeya BDP’ê jî dê bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş beşdar bibe û dê gelek sazî û nunerên partiyên Ewropayê jî amade bibin.
Roja 5’ê sibatê saet di 14.00 de şandeya BDP^ê ya bi serokatiya Demîrtaş, dê li PE’yê tevî nunerên partiyên PE’yê civînek li dar bixin. Di civînê de ku dê nunerên partiyên Çepgir, Kesk, Lîberal û Sosyal-Demokrat ên PE’yê tevil bibin, dê “Pêvajoya Îmraliyê” bê gotûbêjkirin.
CARA YEKEMÎN DÊ LI YE’YÊ DIYALOGA BI OCALAN RE BÊ GOTÛBÊJKIRINÛ
Roja 6’ê sibatê saet di 15.00 de jî dê panela gotûbêjê ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê ji bo Çareseriya Aşitiyane ya Pirsgirêka Kurd Diyalog” bê lidarxistin. Axaftina vekirinê dê ji aliyê komîserê berpirsê muzakereyan ên Komîsyona YE’yê Stefan Fule û dê ji hukûmeta Îrlandaya ku niha serokatiya YE’yê dike wezîrek ve bê kirin.
Ji bilî panelê, şandeya BDP’ê dê bi rayedarên payebilind ên YE’yê re hevdîtinan pêk bîne. Bi vî awayî dê yekem car Yekitiya Ewropayê (YE) diyaloga di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de gobûjê bike û nêrîna xwe diyar bike.
DEMÎRTAŞ DÊ CIVÎNEK ÇAPEMENIYÊ LI DAR BIXE
Piştî panela li YE’yê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş dê civîneke çapemeniyê bide endamên YE û çapemeniyê. Demîrtaş dê nêrînên xwe yên derbarê gotûbêjên di panela “Li Tirkiyeyê ji bo Çareseriya Aşitiyane ya Pirsgirêka Kurd Diyalog” ku dê li YE’yê bê lidarxistin de aşkere bike.