Li Parlamentoya Îngilîstanê resepsiyona Newrozê pêk hat

Li Parlamentoya Îngilîstanê resepsiyona Newrozê pêk hat

Ji partiya Sînn Fêîn ya Parlamentoya Îngilîstanê, parlamenterê Bakûrê Îrlandayê Conor Murphy resepsiyona Newrozê pêk anî. Di resepsiyonê de pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin.

Li gorî  nûçeya nûçegîhana rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Ozlem Galîp, resepsyona ku parlamenter tevlî bibûne de, dîroka Newrozê, ji bo kurdan wateya wê pîrozkirina wê bi kesên tevlî bûne re hatiye parvekirin.

Di nava organîzatorên resepsiyonê de nûnerê  KNK’ê yê Îngilîstanê Akîf Rizgar Wan jî cih  digirt û wiha got: “Ji 1992’an heta niha em li Parlamentoya ÎngilÎstanê şahiyên Newrozê pêk tînin. Newroz bo kurdan saleke nû, cejna biharê û cejna berxwedanê ye.  Bi taybet jî îsal em ji tecrîda 14 salan a li ser Ocalan bi dawî be em dê bi qîrînin. Her wiha em li bendê ne ku Nexşerê ya Ocala di Newrozê de bê aşkerakirin.  Her wiha Kurdên Rojava jî bo azadiya xwe her tişt kirine.  Herî dawî em dê her sê hevalên xwe yên hatine qetilkirin bibîrbînin.

KURD SAMÎMÎ NÊZ DIBIN

Parlamenter Conor Murphy jî li ser girîngiya Newrozê sekinî û got hevdîtinên ji bo çareseriyê  yên di navbera Ocalan û dewleta Tirk de di asta yekemîn de ye.

Murphy wiha got: “Newroz ji bo kurdên Îngilîstanê çand û zimanê xwe bibîr bînin gelek girînge.  Bi wesîleya Newrozê dê piştgiriya xwe ya bo aştiyê bînin ziman. Pêvajoya aştiyê hêj di asteke pir pêş de ye. dema em cerebandinên xwe yên Bakûrê Îrlandayê bidin ber çavan divê alî bi awayekî samîmî li hev binêrin. Zehmetî her tim hene. “

Nûnerê PYD’ê yê Londonê Alan Semo jî got ev 20 sale Îngilîstan resepsiyona Newrozê pêk tîne û got dê kurdên Rojava jî vê Newrozê bi awayekî aştiyane û demokratîk pîroz bike.