Li Parlamentoya Îrlandayê pêşniyarnameya HDP’ê

Ji Parlamantoya Netewî ya Îrlandayê Berdevkê Sînn Feîn Sean Crow rewşa HDP’yiyên girtî ji Alîkarê Serokwezîr Sîmon Coveney pirsî. Coveney bersiv da pirsan.

Berdevkê Sînn Feîn Sêan Crow li Parlamentoya Netewî ya Îralandayê, derbarê rewşa Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerên dî yên HDP’yî yên girtî pirs ji Alîkarê  Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve Sîmon Coveney kir.

PIRS

Di pêşniyarnameyê de Crow ev pirs kirin:

-We hay jê heye ku di doza Selahattîn Demîrtaş de, ku doz 7’ê Kanûna 2017’an dest pê kir, rayedarên Tirk nehiştin ku Demîrtaş biçe doza xwe?

-Heke mirov li rewşa berdest a Tirkiyê bifikire û bibîne ku Serokkomar Erdogan ji rikberên xwe yên siyasî re bi rengekî vekirî ‘terorîst’ dibêje, bi ya we Demîrtaş bi rengekî dadmend wê were darizandin?

-Li ser girtina endamên dî yên HDP’ê û parlamenteran hûn çi dibêjin?

-Rayedarekî payebilind ê Sefareta Îrlandayê ya Tirkiyê dozê dişopîne?

WEZÎR COVENEY: NEHIŞTIN KU EM TEVLÎ DOZÊ BIBIN

Alîkarê Serokwezîrê Îrlandayê û Wezîrê Karê Derve Sîmon Coveney di demeke kurt de bersiv da pêşniyarnameya Crow. Coveney wiha got:

‘’Wê bi bîra Parlamenterên hêja were ku wezîrê beriya min dema ku Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş Mijdara 2016’an hatibûn gritin, danezek belav kiribû ku tê de fikar hatibûn vegotin. Nûnerek ji Sefareta me ya Enqerê li gel nûnerên sefaretên welatên dî Temûzê xwestin ku doza Yuksekdag û Kanûnê jî doza Selahattîn Demîrtaş bişopînin û biçin hêwana dadgehê lê ev pêk nehat. Rayedaran ji Demîrtaş re gotibûn ku bi rêya vîdeoyê dikare tevlê bibe û Demîrtaş neanîn dadgehê.

Piştî hewldana darbeyê ya 2016’an li ser rewşa hesas a Tirkiyê pir girîng e ku serweriya hiqûqê, azadiya derbirînê û demokrasî serwer bibe. Girtina parlamenteran û binçavkirina wan fikarên mezin bi xwe re tîne.

 ‘EM Ê JI NÊZ VE BIŞOPÎNIN’

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve Sîmon Coveney diyar kir rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş a beriya darazê pir dirêj dom kriiye û ew bi fikarê ye ku di vê dozê de darazeke dadmend pêk neyê. Coveney got, ‘’Sefareta me ya Enqerê tim bi endamên Parlamentoyê yên HDP’ê re têkildar e û ji nêz ve wê her du dozan bişopîne.’’

BANGA LI DEWLETA TIRK

Coveney herî dawî got: ‘’Di vê navberê de, ji ber sedema  meseleyên taloqkirî êncex bi rêyên siyasî dikarin çareser bibin, bangên berê yên diyalogê dîsa li rayedarên Tirk dikim. Tirkiye ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê namzet e û ji bo vê jî diyar kiriye ku ew pabendî nirxên Ewropayê ye. Konseya Ewropa jî di nav de di mijarên mafê mirovan û serweriya hiqûqê de divê bang li rayedarên Tirk were kirin ku bi diyaloga çêker bin.’’