Li Parlamenta Swêdê qurbaniyên qirkirinê hatin bibîranîn

Li Parlamenta Swêdê qurbaniyên Qirkirina Ermenan hatin bibîranîn û înkarkirina dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Milyon û nîvek Ermen, Asûr, Suryan, Keldan û Rûm ên ku hatin qirkirin li Parlamenta Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Rêveberên gelek saziyên Ermen, Asûr, Suryan, Keldan û Rûm, parlementerên gelek partiyên siyasî û li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stockholmê sê kes tevlî merasîmê bûn.

Alîkarê Serokê Parlamentê Lotta Johnsson Fornarve diyar kir ku ev bibîranîn ji bo aştî, demokrasî û têkiliyên navneteweyî girîng e.

KAKABAVEH: QIRKIRIN PIŞTÎ 1915’AN DE JÎ DOMIYA

Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh diyar kir ku qirkirina li ser Ermenan a bi destê împaratoriya Osmaniyan piştre jî hatiye domandin û got ku “Di sala 1938’an de li Dêrsimê 70 hezar Elewî hatin qetilkirin. Li Kamboçya, Srebrenîsta, Rûandayê qirkirin hate kirin. Sedam Huseyîn li ser Kurdan, DAÎŞ’ê jî bi hezaran Êzidî û gelên din qetil kir.”

ZARAKOLÛ: LI SER NEVIYÊN WAN GEFA DAÎŞ’Ê HEYE

Rojnameger û nivîskar Ragip Zarakolû jî diyar kir ji ber ku wî li ser Ermen û Kurdan pirtûk nivîsandiye, piştre derbarê wî doz hatiye vekirin û ceza lê hatiye birîn.

Zarakolû diyar kir ku Ermen, Asûr û Keldanên ji ber qirkirinê berê xwe dane Iraq û Sûriyeyê, vê carê jî DAÎŞ’ê ew qir kirine. Zarakolû got ku “Tirkiyeyê bi sedan salan bi hilweşandina bîrdariyan û dêran, ev qirkirin domandiye.”

BARJOSEF: BILA HIKUMETA SWÊDÊ QIRKIRINÊ NAS BIKE

Li ser navê Komîteya Tûrabdîn a ku rêxistinên Asûr, Suryan û Keldan jî tê de hen, Rebecka Barjosef jî diyar kir ku bila hikumeta Swêdê biryara qirkirinê ya ku wan di sala 2010’an de wergirtiye, têxe meriyetê.

Dema ku li parlementoyê bibîranîn dihat lidarxistin li Stockholmê jî li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê xwepêşandeneke protestoyê hate lidarxistin. Xwepêşander heta Qada Sergelê meşiyan.

Li qadê qirkirin hate şermezarkirin û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku bila polîtîkaya xwe ya înkarkirinê bi dawî bike û qirkirinê qebûl bike.