Serdozgeriya Parîsê têkildarî 9’ê Çileyê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di çarçoveya “hevkariya faliyetên terorîstî”, “cînayeta girêdayî terorê” lêpirsîna edlî vekir.
Çavkaniyên polîsan têkildarî mijarê agahî dan û da diyarkirin ku, hefteya borî du Kurdên temenê wan di navbera 39 û 30 de hatin binçavkirin.
Çavkaniyê aşkera kir ku, ji yên hatiye binçavkirin yê ciwan, ji bo derkeve beramberî dadger şevê sewqî dozgeriyê kirine, hate ragihandin ku kesê duwem jî serbest hatiye berdan.