Li Parîsê wê konferansa 'Tirkiye ya otorîter' bê lidarxistin

Zanîngeha 8 a Parîsê, wê bi sernavê "Tirkiye ya otorîter" konferansekê li dar bixe. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle wê weke qiseker tevlî konferansê bibe.

Konferans wê 23'ê Mijdarê pêk were û li beşdariya her kesî vekirî be.

Bernameya konferansê, ku wê saet di navbera 09:30 û 19:30 de li Amfî ya 10. pêk were, bi têra xwe dewlemend e.

Rûniştina destpêkê ya konferansê wê bi sernavê "Dewlet û hindikahî" were lidarxristn û ji aliyê akademîsyen Engîn Sûstam ve bê birêvebirin. Di vê rûniştinê de wê dîroknas Emmanûel Szûrek li ser Tirktî, netewperestî û aqlê selîm pêşkêşiyekê bike. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî wê li ser mijarên; Tirkiye ber bi ku ve diçe û paşeroja Kurdan pêşkêşiyekê bike.

Beşa duyemîn a konferansê wê bi moderatoriya Nora El Qadîm bi sernavê Koç û Tevger pêk were û Cladûdîa Charles, Shoshana Fîne û Bûrcû Togral Koca pêşkêşiyê bikin.

Beşa sêyemîn bi sernavê sendîkavanî û tevgerên civakî wê were lidarxistin. Di beşa dawî de jî wê li dora maseya glover mijara Tirkiyeyê were nirxandin.