Li Parîsê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê wê bi meşekê bê şermezarkirin
Li Parîsê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê wê bi meşekê bê şermezarkirin
Li Parîsê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê wê bi meşekê bê şermezarkirin
Li paytexta Fransa Parîsê 11’ê Cotmehê ji bo şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û bi armanca berxwedana Kobanê wê mîtingek bê lidarxistin. Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurd a Frnasa CDK-F’ê li Kurdistaniyên Parîs dijîn banga tevlî mîtinga li Qada Republique saet 15.00’an bê lidarxistin kir.
Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurd a Frnasa CDK-F’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û berxwedana Kobanê bang li hemû Kurdistanî û dostan kir da ku tevlî çalakiya 11’ê Cotmehê bibin.
Hevserokatiya CDK-F’ê got: “Îro li Rojava û Kobanê berxwedana lehengî ya efsaneyî ku 25’emîn roja xwe dagirt wê ciwanên Kurd, jinên leheng ên Kurd dîroka jiyana lehengiya gelê Kurd diyar bikin. Çarenûsa me girêdayî berxwedana Kobanê û serhildana mezin a li Kobanê tê meşandin e. Pêşeroj namûs û şerefa me, hîn girîngtir pêşeroja zarokên me girêdayî hebûna gelê me yê li Kobanê bi lehengî li ber xwe dide ye” û banga ji bo tevlîbûna çalakiya roja Şemiyê bê lidarxistin kir.
Hevserokatiya CDK-F’ê diyar kir îro şerê li Kobanê tê meşandin, berxwedana bi lehengî tê meşandin, li ser xwîna ciwanên, jin û zarokên Kurd tê dayîn û got ku wê gelek saziyên dost jî tevlî çalakiya şermezarkirina 16’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bibin, dengê berxwedana Kobanê bigihînin dinyayê. Wê çalakî 11’ê Cotmehê roja Şemiyê li Qada Republique saet 15.00’an bê lidarxistin bibin.