Li Parîsê pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Li paytexta Fransa Parîsê sala 40’î a PKK’ê bi pîrozbahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Li salona Espace Venus a Banliyoya Sarcelles a Parîsê 39. salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ya  ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurd dest  pê kir û pankarta bi  nivîsa ‘Sala 40’î ya PKK’ê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be’ hate vekirin. Endamên Ciwanên Azad ên Parîsê nîşandana fîşekên şevê li dar xist û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Na Be’ derbasî salona pîrozbahiyê bûn.

Nûnerê Ciwanên Azad Zerdeşt Botan di pîrozbahiyê de axivî û banga tevlîbûna pêngava ‘Serî Hilde’ li ciwanan kir. Botan wiha got; “Divê ciwanên Kurd beşdarî meş û mîtînga di 11’ê Kanûnê li bajarê Stûttgart yê Elmanyayê bibin.”

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Fransa Françoîs Pûpponî, nûnerên France Kurdistan Syvîe Jan û Pasca Torre jî axivîn û bal kişandin li ser tecrîda li ser Ocalan.

Di pîrozbahiyê de peyamên pîrozbahiya sala 40’î ya PKK’ê ya rêxistinên MKP Fransa û MLKP Fransa hate xwendin.

Di beşa çandî de jî Koma Hînton, Hozan Şemdîn, Denîz Deman, Fargîn, Hozan Dîno û Meclîsa Govendê ya Parîsê derketin ser dîkê.

Pîrozbahiya 40. Saliya PKK’ê heta direngiya şevê bi govendê hate pîrozkirin.