Li Parîsê mudaxale: Kesek birîndar bû, yek hat binçavkirin

Li Parîsê mudaxale: Kesek birîndar bû, yek hat binçavkirin

Li Parîsê li ber Qesra Elysee Kurdên ji bo Kobanê çalakî pêk dianîn rastî mudaxaleya polîsan hatin û di mudaxaleyê de milê kesekî hate şikandin. Li bajarê Bordeaux jî 5 kes hatin binçavkirin.

Roja Duşemê bi hezaran Kurd li ber Parlametnoya Fransayê hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Îro jî saet di 16.00’an de  nêzî 150 kesî li ber Qesra Serokkomariyê çalakî pêk anîn. Bi sedan polîsên hatin qadê çalakger dorpêç kirin û  destûr nedan çalakgerên din bên cem yên din. Polîsan diyar kir ku di rewşa ku destûr nayê dayîn de wê mudaxale bikin.

Saet di 16.30’an de polîs mudaxaleyî çalakgeran kir. Polîs destpêkê girse ji hev veqetand, lê girseya ji nû ve hate cem hev vê carê rê trafîkê girt. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û hejmara çalakgeran zêde bû.

Di encama hevdîtinên bi polîsan re hate kirin de di nava kordona polîsan de ber bi parlamentoya Fransayê meşiyan. Girseya ku hejmara wan nêzî 300’î bû  pankartek vekirin û dema gihiştin rawestgeha metroyê hatin sekinandin. Polîsan rêya diçû parlamentoyê bi giştî girtin û çalakî hat destpêkirin. Di demeke kurt de hejmara girseyê li vir gihişt hezarî.

HEZAR KES LI NÊZÎ PARLAMENTOYÊ BÛ

Polîsan di saetên êvarê de dîsa êrîşê girseyê kir û kesek binçavkirin. Milê çalakgerekî jî şikest. Endamên Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan û Partiya Komunîst a Fransayê berbi girseyê ve meşiyan û organîzasyonên çep yên Kurd jî bi alên MLKP, AKTÎT, DÎDF, ODAK tevli çalakiyê bûn.

LI  BORDEAUX  5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li bajarê Bordeaux nêzî 20 ciwanî li pira Aquîtaîne çalakî pêk anîn. Piştre hejmar derket 50’yî. 4 çalakger hatin girtin.