Li Parîsê mîtinga ‘Dest nede wekîl û vîna min’
Li ser banga pêkhateyên HDK’ê ya Ewropa, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li paytexta Fransa Parîsê mîtînga “Dest nede wekîl û vîna min” hat lidarxistin.
Li ser banga pêkhateyên HDK’ê ya Ewropa, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li paytexta Fransa Parîsê mîtînga “Dest nede wekîl û vîna min” hat lidarxistin.
Mîtîng bi beşdariya HDP-HDK’ê, ATÎK û kovara OCAK’ê pêk hat.
Mitîng di saet 15:00’an de li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin. Di mîtingê de dowîzên “Dest nede wekîlên min” hatin hilgirtin, têkildarî destlênedayînê jî belavok hatin belavkirin.
Di axaftinên mîtîngê de li hember êrîşên li diji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê banga têkoşîneka hevpar hate kirin, ev hatin gotin: “Bi taybet banga me ji bo hilbijêrên ku dengên xwe dane Partiya CHP’ê re ye, em rê nadin ku vîna gelê Kurd û hêzên mûxalîf ji derveyî meclîsê bên hiştin.” Di axaftinan de hat destnîşankirin ku “Bila gelên Kurd, Tirk, Çerkez, Elewî, Sûryan û hemû gel baş bizanibin ku eger vîna me ji derveyî meclîsê bên hiştin wê şerên mezin bên.”
Mîtînga ku saetekê dewam kir, bi dirûşma “Bijî HDP” bi dawî bû.