Zêdetirê 100 hezar Kurdistanî û dostên wan bi reng û dengê xwe beşdarî meş û mitînga mezin a ku bi boneya şermezarkirina qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hatibû, bûn. Bi vî awayî bû yek ji meşên herî xurt ên piştevaniyê yên Kurdan.
Roja 9’ê çileyê ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez di encama êrîşeke sûîqestî de hatin înfazkirin. Li hemberî vê yekê bi dehhezaran Kurdistanî ji Franse û welatên din ên Ewropayê berê xwe dan Parîsê û meşek bi heybet li dar xistin. Di meşê de hate diyarkirin ku yên ku komkujî pêk tînin nagihin armanca xwe û ji dewleta Franse hate xwestin ku bûyerê di demek kurt de ronî bike.