Li Parîsê meşa mezin: 'Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne'
Li Parîsê meşa mezin: 'Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne'
Li Parîsê meşa mezin: 'Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne'
Li paytexta Fransa Parîs bi beşdariya Kurd, Ermenî, Fransiz, Kabîl, Keldanî, Suryanî, Berberî, Tamîlî, Marok, Cezayir û hwd. ji gelek gelan ji 17 hezarî zêdetir mirov hatin gel hev û gotin, "Wê Kobanê nekeve, li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne.”
Saet ji 15.00'an û şûn ve Qada Republique Meydan, bi mirovan tijî bû. Li qadê li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, bi tevayî saziyên Kurd re, Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropa, Partiya Komunîst a Fransiz, Kesk, Partiya Yenî Antî-kapîtalîst Partî, Eniya Çep, MRAP, Tevgera Jinan Fransiz, Federasyona Komeleyan a Ermeniyan, Gelê Kabîl, Komeleyên Gelê Tamîl, Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa, Lîga Mafê Mirovan, MLKP, Partîzan, ADHK, Odak, Alinterî û hwd. sazî û rêxistin bi dowîz û flamayên xwe kom bûn.
Meş, saet ji 15.00’an û şûn ve bi dirûşmayên, "Kobane ne bi tenê ye", "Berxwedan-Kobane, Berxwedan-YPG, YPJ" destpê kir.
Beriya ku meş destpê bike Parlamenterê Parlamentoya Ewropa Patrick Le Hyaric, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Pîerre Laurent, Serokê Partiya Antî-kapîtalîst a Nû Olîvîer Besonçenont, Eniya Çep, Partiya Komunîst a Fransiz, endamên meclîsa şaredariyê ya Keskan, şaredar, kesayetên ji saziyên Ermenî û Keldanî jî cihê xwe yê li qadê girtibûn.
PARTIYA KOMUNÎST: DIVÊ KORÎDOR BÊ VEKIRIN!
Li Qada Republique Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Pîerre Laurent, wiha bang li girseyê kir, "Gelê Kurd bi vîn û hêza xwe berxwedaneke ku hemû sînoran derbas dike dinivisîne. Hê jî kesên derewan dikin û dibêjin me koalîsyon ava kiriye jî li hundirê çavên mirovan dinêrin û derewên xwe didomînin. Fransa berî niha bi çend rojan got em seferber bûne. Ka ev seferbertî? Kurd li ber xwe didin. Vîna xwe datînin holê. Lê ew bi Tirkiyeya ku Kurdan bi polîtîkayên zext û komkujiyan tune dike re peymanan çêdikin. Divê tavilê çekan bidin Kurdan. Korîdora mirovî bê vekirin. Ji bilî vê tiştek nîne. Em li cem gelê Kurd in.”
Pîerre Laurent bi gotina, "Kesên naxwazin şerma bêdengiya dîrokê bijîn divê li rex Kurdan cih bigirin” axaftina xwe bi dawî kir.
BESONCENOT: DIVÊ EM LI GEL BERXWEDANA BI RÛMET A KURDAN BIN
Serokê Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû Olivier Besoncenot got: “Divê hizrênerên Enternasyonal bi Kurdan re bin û divê her kesên li dijî emperyalîzmê, hovîtiyê heta dawiyê bi berxwedana Kurdan a bi rûmet û serbilind re bin."
Her wiha, li ser navê Çeniya Çep, MRAP û anarşîstan jî axaftin hatin kirin û behsa heybet û bandora berxwedana Kobanê hate kirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku îro hêviya cîhanê Kobanê ye û daxwazên “Bila navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin, ji bo Kobanê korîdor bê vekirin û çekan bidin Kurdan.”
Piştî axaftinên ku bi qasî nîv saetê berdewam kirin, girseya gel ji Qada Republique meşiya û hat Bastille. Di rê de dirûşmayên weke “Ji herêma tempon re na”, “Hollande destekê nede terorîstan” û “Ji mudaxeleya Tirkiyeyê re na” “Duh Vîetnam îro Kobanê” û dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê û YPG’ê re hatin gotin. Seriyekî kortejê li Bastille û serê din jî hîn li Republiqueyê bû.
Piştî ku girse nêzî Qada Bastilleyê bû banga “Herêma tampon a Fransa wê çawa be” banga rûniştinê li gel hate kirin. Bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqe berdewam kir, desteka Fransa ya ji bo herêma tempon hate şermezarkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku heta Kobaniyek bimîne wê berxwedan bidome û hewldanên avakirina herêma tempon hate şermezarkirin.
Piştî ku tevahiya girseyê gihişt Qada Bastille, dirûşm û sîrûdên şoreşgerî hatin gotin. Piştî ku girse hemû li qadê kom bû û qad tijî bû, deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê, nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa axivî û got: “Min silavên gelê Kobanê, berxwedêrên YPG û YPJ yên li Kobanê li ber xwe didin ji we re aniye.” Axaftina Îsa bi dirûşma “Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne" hat birîn. Îsa di axaftina xwe de der barê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da.
Piştre li ser navê SOS Rasisme Dominique Sopo, li ser navê Keskan Jerome Gleres, ji Federasyona Ermeniyan Ara Toranion, li ser navê gelên Xirîstiyan Asurî, Sûryanî û Keldaniyan Danielle Auguste axivîn û li ser navê MLKP, Tamîl û gelek sazî û rêxistinên tevlî meşê bûn axaftin hatin kirin.
Peyama sereke ya axaftinan wiha bû : “Bila çekan bidin berxwedêrên Kurd, jinên Kurd ên di refên pêş de li ber xwe didin rûmeta jinên cîhanê ne û divê bên destekkirin, Bila navê PKK’ê ji lîsta terorê derkeve. Bila korîdoreke alîkariyê ji bo Kobanê bê vekirin. Bila saziyên navneteweyî alîkarî bide kesên sivîl ên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe bûn. Bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Bila zextên li ser Kurdên li Tirkiyeyê dijîn rabe. Divê Fransa û koalîsyon tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên durû berdin.”
Nêzî 17 hezar kesên ji hemû gel û neteweyên cuda tevlî meşê bûn û peyama “Kobanê li ber xwe bide em bi te re ne” qîriyan. Çalakgeran Qada Repuplique û Qada Bastille yên Parîsê tijî kirin.
Hema bêje hemû çapemeniya Fransa ji bo şopandina çalakiyê li wê derê bûn. Piraniya girseyê ji jin û ciwanan pêk dihat. Çalakî heta saet 18.20 berdewam kir û bi dirûşm û sîrûdan bi dawî bû.