Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya ‘edalet û ronahiyê’
Çalakiya “edalet û ronahiyê” ya her hefte bi armanca hêzên li pişt Komkujiya Parîsê derkevin holê li dar dixin vê hefteyê jî pêk hat. Di rojeva çalakiyê de komkujiyên li Kurdistanê rû didin û êrîşên li hember HDP’ê hebûn.
ANF
PARÎS
çarşem, 9 rezberê 2015, 17:14
Çalakiya “edalet û ronahiyê” ya her hefte bi armanca hêzên li pişt Komkujiya Parîsê derkevin holê li dar dixin vê hefteyê jî pêk hat. Di rojeva çalakiyê de komkujiyên li Kurdistanê rû didin û êrîşên li hember HDP’ê hebû.
Kurdistanî û jinên endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst saet 14.00’an li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê kom bûn. Girse bi flameyên ku wêneyên yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez li ser bi dirûşman bi daxwaza edalet û ronahiyê meşiya.
Di rojeva meşa heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan de komkujiyên li Kurdistanê û êrîşên li hember HDP’ê hebûn. Di axaftinên rêgeha meşê de têkildarî konsepta şer a AKP’ê ya li hember Kurdan axaftin hatin kirin.
Dema girse gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan di şexsê sê şehîdan de ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Bêrîvan Akyol der barê pêşveçûnên Kurdistanê de axaftineke kurt kir. Akyol diyar kir ku ji Parîsê heta Cizîrê zîhniyeteke qetlîamker di heman xetê de dewam dike.
Piştî çalakiyê bang hat kirin ku ji bo protestokirina bêdengiya dewleta Fransa ya li hember komkujiyên ku dewleta Tirkiyeyê li dijî sivîlan pêk tîne, roja Pêncşemê saet 18.00’an wê li ber Wezareta Karên Derve li Invalîdes çalakiyê li dar bixin û ji bo tevlîbûnê bang hat kirin.
Girse piştî ji ber Buroya Enformasyonê veqetiya vê carê jî li gara navendî ya Parîsê Gare du Nord çalakiyeke 30 saetan pêk anî. Di çalakiyê de li hember komkujiyên ku di encama polîtîkaya dewleta Tirk û AKP’ê de pêk tên banga hestyariyê hat kirin.