Li Parîsê civîna gel

Li Parîsê civîna gel

Li paytexta Parîs ya Fransayê civîneke gel pêk hat û di civînê de pêvajoya dawî hate nirxandin. Civîna li navenda çanda kurd a bajar pêk hat, bi sedan kurd tevli bûn.

Di civînê de geşedanên dawî yên Kurdistanê û qezencên gelê kurd yên sala 2012’an, xebatên li Parîsê hatine meşandin hatin nirxandin.  Kurdên tevli civînê bibûn bi pirs û bersivan û şîroveyana sala 2012’an nirxandin.

Di şîroveyên hatin kirin de bi giştî balkişandin ser têkoşîn azadiya kurd ya sala 2012’an de  û hate diyarkirin ku ji ber vê yekê di serî de Îran û Tirkiye, dewletên din ji bo çareseriyê neçar mane.

Di civînê de hate destnîşankirin ku li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên nû yên çandî, siyasî û perwerdê hatine bidestxistin û got divê kurdên li Ewropayê dijîn piştgiriyê bidin Kurdên Rojava.

Her wiha hate diyarkirin li ser qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd mehek derbas bû lê ligel vê pêvajoyê dewletê hêj tiştek nekiriye û gotin ev komkujî ‘stratejiya entegre ya AKP’ê tîne hişê mirovan.

Hate xwestin ku kurdên li Ewropayê dijîn xwedî li sazî û xebatên xwe derkevin. Ligel vê bang hat kirin k udi 16’ê sibatê de bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan Re Azadî ji Kurdistanê re Aştî’ dê mîtîna şermezarkirina komploya 15 sibatê pêk were û got divê her kes tevli bibe.