Li Parîsê çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê
Li banliyonên Creil û Evryê yên Parîsê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakî hatin li dar xistin.
Li banliyonên Creil û Evryê yên Parîsê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakî hatin li dar xistin.
Meclîsa Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Creilê, ji bo grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê çalakiyên piştgiriyê li dar xist.
Mîtîng li pêşiya gara Creilê hate li dar xistin û nûnerên partiya Komunîst a Oiseyê, nûnerên Creilê yên Atilimê û gelê Fransayê beşdar bûn.
Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Creilê Makbûle Guzel di mîtîngê de axivî û got, “Faşîzma AKP/MHP’ê bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me dixwaze ceza li gelê Kurd bibire. Vê berxwedana bi rûmet a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û ji bo başkirina şertên girtîgehê, divê em li her dera Ewrûpayê piştgiriya wê bikin. Peywira hemû mirovên bi wijdan e ku dengê girtiyan ragihîne.”
Mîtîng bi slogana “Bijî berxwedêrên zindanan” bi dawî bû.
EVRY
Li herêma Evryê ya Parîsê bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Grignyê, ji bo piştgiriya berxwedêrên zindanan çalakî hatin li dar xistin.
Bi sedan Kurdistanî li pêşiya şaredariya Gringyê kom bûn û heta ofîsa Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Grignyê meşiyan. Çalakvanan pankarta “Bijî berxwedana girtiyên siyasî” hildan û belavokên li ser greva birçîbûnê belav kirin.
Çalakî bi sloganên “Bijî berxwedêrên zindanan”, “Bijî Serok Apo” bi banga çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê bila geştir bibin, bi dawî bû.