Li Parîsê çalakiya edaletê
Daxwaza edalet û ronahiyê ya ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez didome.

Di doza qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin de ku heta niha ti pêşketineke berbiçav çênebûye, Kurdistanî weke her hefte di çalakiyê de bûn.
Kurdistanî û jinên endamên SKB’ê yên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê kom bûn bi dirûşman saet 14.00’an dest bi meşê kirin. Jin heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiyan.
Girseyê flamayên ku wêneyên sê jinên şoreşger li ser hilgirt, dema gihişt ber Buroya Enformasyonê ji bo şehîdan deqeyekê rêzgirtin pêk anî.
Piştî rêzgirtinê li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ku axaftineke kurt hat kirin, bang li daraza Fransa hat kirin ku bê “edalet û ronahiyê”. CÎK’ê ji ber hê jî hêzên li pişt komkujiyê nehatine ronîkirin rexne kir, polîtîkayên şer û komkujiyên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.