Li Parîsê, Bordeaux û Toulouseyê çalakiyên Kurdan
Li Parîsê, Bordeaux û Toulouseyê çalakiyên Kurdan
Li Parîsê, Bordeaux û Toulouseyê çalakiyên Kurdan
Kurdên li Parîsa paytexta Franseyê dijîn, li ber Qesra Elyseeyê çalakî li dar xistin. Xwepêşandêrên Kurd ji aliyê polîsên Fransî ve hatin dorpêçkirin.
Piştî, bi hezaran Kurd roja duşemê li ber avahiya Parlementoya Franseyê çalakî li dar xistin, îro saet di 16.00 de nêzî 150 kes li ber Qesra Serokkomariyê li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Bi sedan polîs hatin cihê bûyerê û dor li çalakgeran girtin. Polîsan nehiştin kesek din tevlî çalakiyê bibe. Polîsan xwest girse belav bibe.
Piştî ku belav nebû, saet di 16.00 de polîsan mudaxele kir. Polîsan girseyê ji hev qut kir, lê piştre dîsa li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin. Hejmara xwepêşandêran her ku çû zêdetir bû.
Piştî hevdîtina bi polîsan re, girseya k hejmara wê gihişt 300 kesî berê xwe dan Parlementoyê. Beriya girse bigihe Parlementoyê, polîsan hemû rêyan li Kurdan girtin. Çalakgerên Kurd jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li bajarê Toulousê jî nêzî 500 kesên xwestin bimeşin ber walîtiyê li rastî astengiya polîsan hatin. Piştî mudaxeleya bi gazê, çalakgeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakgeran xwestin bi walîtiyê re hevdîtinekê pêk bînin.
Li bajarê Bordeauxê jî, 20 ciwan, li ser Pira Aquintaineyê ji bo Kobanê çalakiyekê li dar xistin.