Komploya 9’ê Cotmehê li paytexta Fransa Parîsê bi tevlêbûna bi hezaran kesî hate şermezarkirin.
ANF
PARÎS
şemî, 8 kewçêrê 2016, 18:30
Meşa ku bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) pêk hatî saet 15.00’an li Meydana Republîce dest pê kir. Navendên Civaka Demokratîk ên li Parîsê û ACTÎT jî tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankartên wekî ‘’bimre komploya navnetewî’’, ‘’ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’’ hatin vekirin û dirûşmên ‘’ji Ocalan re azadî’’ hatin berzkirin.
Li meydana Chatletê jî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol di mîtîngê de axivî û got ,’’Hêzên emperyalîst ên navnetewî 9’ê Cotmeha 1998’an Birêz Abdullah Ocalan ku jiyaneke alternatîf a demokratîk raber kirî bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyê kirin. Ji bo ku em vê komployê pûç bikin li derdora paradîgmaya Rêbertiya xwe em ê xwe bicivînin. Heta ku em azadiya rêbertiya xwe pêk bînin em ê li qadan bin.’’